Ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her cure kar girêdana xwe bi axa xwe ve nîşan didin..
2 ciwanên ji bajarê Qamişlo ku yek ji wan bi şêweyekî nû Petata çêdike û yê din jî tovika Sebaran difiroşe dibêjin ku divê ciwan li herêma xwe kar bikin, ji ber ku kar ji derveyî welat tê kirin, ew dikarin li welatê xwe jî eyînî karî bikin.
Di demeke wiha de ku Sûriyê bi giştî ji ber Sizayên Qeyserê di kirîzeke aborî ya zor re derbas dibe û di encama bê kariyê de ciwanên Sûriyê berê xwe didin welatên derve, lê ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derfetên xwe yên biçûk kar dafirînin ku ev yek nîşan dide ciwan bi axa xwe ve girêdayî ne.
Elî Amir ciwanek ji bajarê Qamişlo ye, bi projeyeke cuda û balkêş rabûye, ew jî amedekirina betatan bi şêweyekî cuda..
Elî Amir ROJAVA TV re behsa karê xwe kir û got: Nêrîna min ew e ciwanên herêmê li welatê xwe kar bikin, baştir e ku li welatên xirîbiyê bixebitin.
Her wiha Firoşkarê sebaran Îbrahîm Fetah ku yek ji wan kesên bo kar çibû Tirkiyê û vegeriya welêt. Îbrahîm dibêje, karkirina li Rojava ji bo wan serbilindî ye.
Tevî ku herêm di şert û mercên zehmet re derbas dibe, lê Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina kar di nava xebatan de ye. Li gorî armarên fermî yên Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Cizîrê tenê li Cizîrê 30,562 karmend di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin ku ji wan 15,579 jin in.
