AJOKAR DAXWAZA ÇARESERIYEKÊ JI BO ALOZIYA SOTEMENIYÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Heyama heftiyekê ye li bajarên parêzgeha hesekê nirxê madeyên sotemeniyê, bilind bûye. Ajokar jî ji vê yekê dilgiran in.

Bihayê benzînê gihîştiye nêzîkî 1 dolar û 10 sentên Amerîkî, ku ev rewş nerazîbûna gelek ajokaran derxistiye holê.

Ajokar dibêjin ku di demsala havînê de bi dijwariyên mezin re rû bi rû dimînin, mina bendewariya saetên dirêj li benda dorê li ber banzînxaneyan.

Ajokar giliyên xwe dikin ku bihayên niha yên sotemeniyê bi şert û mercên wan ên jiyanê re ne guncawin.

ajokar daxwaz kirin ku aliyên peywendîdar gavên lezgîn bavêjin da ku bihayê sotemeniyê were kêmkirin û rêbazên belavkirinê baştir bibin.

Share This Article