CENAZEYÊ ŞEHÎDÊ QSD’Ê MIHEMED EL-HÎSANÎ LI REQAYÊ HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şervanê QSD’ê Mihemed El-Hesanî ku 19’ê Tebaxê dema li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîdan a li Reqayê hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk axaftin hatin kirin û tê de fedekariyên şehîdan ên ji bo parastina gel û axê hat bi bîranîn.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de, welatiyan cenazeyê şehîd di nava dirûşmên “şehîd namirin” spartin axê.

Share This Article