Bi sedan xelkên herêmê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Silêman Yûsif El Ebdullah bi merasîmeke bi heybet, li Pakrewaneha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê spart axê.
Di merasîma oxirkirinê de,Endamên Saziyên Sivîl,Meclisa Malbatên Şehîdan,Tevgera Civaka Demokratîk ,Endamên Kingra Star û Endamên Hêzên Ewlekariyê beşdarbûn.
Hevserokê Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê Hesen Şero anî ziman ku wekî Hêzên ewlekariyê dê nehêlin tu kes ewlehî û silametiya gel têk bibe.
Piştre, wesîqeya şehadetê ya ş.Silêman hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û Cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” hate oxirkirin.
Endamê Hêzên ewlekariya hundirîn, Silêman Yûsif El Ebdullah ku (13’ê Hezîranê) dema xwest nakokiya ku li Qamişloyê di navbera du malbatan de rû da, bi dawî bike, şehîd bû.
CENAZEYÊ ŞEHÎD SILÊMAN YÛSIF EL EBDULLAH HAT OXIR KIRIN
