Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Reqayê di nav rêzeçalakiyên ji bo roja `Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan` civînek li dar xist.
Civîn bi beşdariya Endam û rêveberên Partiya Sûriya Pêşerojê, Saziyên sivîl, Kongora Îslama Demokrtîk hat sazkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, mafê jinan yê di nava civakê de û zagonên olî yên ku mafê jinan diparêzin hatin şîrovekirin û nirxandin.
Civîn bi tekeziya li ser hişarkirina civakê û bidawîkirina tundiya li dijî jinan bi dawî bû.
