Xelkên dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişlo cenazeyê Fermandar Nûreddîn Sofî pêşwazî kirin û niha jî Cenazeyê Fermandar Nûreddîn Sofî li qamişlo tê oxirkirin.
Karwanê cenazeyê fermandarê şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Nûreddîn Sofî vê sibehê ji Morga Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê tevî bi hezaran xelkê kantona Cizîrê û malbata wî ber bi Qamişloyê ve bi rê ket. Karwan di Girkê Legê, Çilaxa û Tirbesiyê re derbas bû.
Gelê li wan bajaran li ser rêyan bûn û pêşwaziya cenazeyê fermandar dikir.
Li tevahiya van bajaran jî ji bo giyanê şehîd bazar hatin girtin.
Niha jî cenazeyê fermanda nûreddîn sofî li qamişlo tê oxirkirin.
