ÇEKDARÊN HIKÛMETA VEGUHÊZ LI TAXÊN ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYÊ BINPÊKIRINAN DIKIN

Rojava Tv
3 Min Read

Endamê Meclisa Olî ya Taxên Şêx Meqsûn û Eşrefiyê yên Helebê Şêx Umer El-Şamî anî ziman ku êrîş û rageşiya ku di hundirê Sûriyê de çêdibe sedema wê ya sereke xîtaba kîn û nefretê ye..

Ji aliyê xwe ve endamê Heyva Sor a Kurd li Fethî Şêx da xuyakirin ku ji dema dorpêçê û heta niha çekdarên hikûmeta veguhêz nahêlin ku pêdiviyên sereke derbasî herdû taxan bibin, bi ser de jî êrîşên çekdarî pêk tînin..

êrişên çekdarên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyê li dijî Tax û pakrewangeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rastî gelek bertekan tê.

Hişyarî tê dayîn ku eger ev tewan û pinpêkirin berdewam bike dê Sûriyê ber bi teqînekê ve bibe ku êdî nema ji kirîzê derkeve.

Endamê Meclisa Olî ya Taxên Şêx Meqsûn û Eşrefiyê yên Helebê Şêx Umer El-Şamî anî ziman ku êrîş û rageşiya ku di hundirê Sûriyê de çêdibe sedema wê ya sereke xîtaba kîn û nefretê ye

Em ji van êrîşan pir bi êş in, ji ber ku êrîş di navbera 2 dijminan de çêdibe, lê mixabin êrîşên ku li dijî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hatin ji yek xwînê bûn.

Ev êrîşên ku li dijî van taxan pêk hatin bi destê sûriyan bûn, êrîş li dijî birayên xwe yên Sûrî pêk anîn ev yek xwedê napejirîne û xwîna mislimanan li hev heram kiriye, ji ber vê yeke ev êrîş me gelekî dêşîne.

ev êrîş û rageşiya ku di hundirê Sûriyê de çêdibe sedema wê ya sereke xîtaba kîn û nefretê ye, ev xîtab ji aliyê hin kesan ve tê belavkirin ku ew kes xêra Sûriyan naxwazin.

Ji aliyê xwe ve endamê Heyva Sor a Kurd li Fethî Şêx da xuyakirin ku ji dema dorpêçê û heta niha çekdarên hikûmeta veguhêz nahêlin ku pêdiviyên sereke derbasî herdû taxan bibin, bi ser de jî êrîşên çekdarî pêk tînin..

Hevseroka girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed beriya 2 rojan peyama dilrihetiyê da şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ji wan xwest li malên xwe bimînin. Her wiha bang li hikumeta veguhêz kir ku binpêkirinên ku komên girêdayî wê dikin rawestîne.

Share This Article