ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA LI QAMIŞLO DI ROJA 5’AN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li bajarê Qamişlo ji Rojava TV re anîn ziman ku, ew ji fikir û felsefeya Rêber APO hêza xwe ya bilindkirina têkoşînê digirin.
Her wiha gotin, ji bo pêkanîna azadiya Rêber APO, ew ê li ser piyan bin.

Bi armanca piştgiriya pêngava” Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji pirisgirêka kurd re çareseriya siyasî” 17″ê cotmehê xelkên bajarê Qamişlo çalakiya konvedanê li ber navenda UN a li bajarê Qamişlo lidarxistin.

Çalakiya konvedanê di roja xwa ya 5’an de bi bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û bi tevlîbûna saziyên Til Hemîsê û Desteya Perwerdeyê ya Qamişlo didome.

Beşdarên çalakiyê ji Rojava TV re anîn ziman ku, ew ji fikir û felsefeya Rêber APO hêza bilindkirina têkoşînê digirin.

Her wiha beşdaran diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê di nava çalakiyan de bin.

Pêngava ” Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji pirisgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li 74 welatên cîhanê dest pê kir, roj bi roj li seranserî cîhanê berfirehtir dibe.

Share This Article