BILINDBÛNA NIRXÊN SOTEMENIYÊ BÛYE SEDEMA GAZINÊN AJOKARAN

Rojava Tv
2 Min Read

 

Di avn demên dawî de, li hin deverên Rojava, bêyî ti biryarnameyek fermî, buhayê sotemeniyê bilind bûye û pir caran nayê peydakirin.

Ev diyarde di nav ajokaran de acizî çêkiriye û daxwaz dikin ku rayedarên berpirsiyar çareseriya herî guncaw bibînin.

Ev heyama deh rojane welatiyên bajarê Qamişlo û bi taybet ajokar di kirîzeke sûtemeniyê di şert û mercên dijwar ên jiyanê de derbas dibin.

Ev pirsgrêka sûtemeniyê û bi taybet krîza buhabûna banzîna azad ku nirxê wê dighêje 5600 lîreyên Sûrî li beramberî banzîna xizmetguzariyê ku bi 425 lîreyan tê kirîn ev yek pirsgirêkekê bi xwe re peyda dike û dibe sedem ku otomobîl bi saetên dirêj li benzînxaneyan bikevin rêzê.

Ajokaran ji rojava tv re destnîşan kirin ku kirîza banzînê bûye sedema rawestandina karê wan ê rojane.2

Serokê ajokarên gerace taxa Cûdî Komîteya Sotemeniyê rexne dike û dibêje pêwiste di derbarê vê Krîza sotemeniyê de daxuaniyek ji welatiyan re bê zelal kirin.

Ajokarên bajarê qamişlo daxwaz li rayedarên pêwendîdar dikin ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin û êşên wan ên rojane sivik bikin

Her wiha tevî hewldanên ji bo zelalkirina sedemên krîza sûtemeniyê, heta niha ji aliyê rayedarên peywendîdar ve tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Ev yek pirseke ne zelal kirî li gel welatiyan çêdike.

Share This Article