Bi hilweşandina Rêjîma Bais di 8ê vê mehê de deriyên zindanên Sûriyê hatin vekirin. RojavaTV bi Ebû Zêd Remedan ê ku 7 sal bûn di Zindana Seyîdnayayê de bû hevdîtin kir.
Remedan got: ji ber Kurdbûna xwe ji leşkeriyê heta girtinê zilmeke mezin dît.
Bi hilweşandina Rêjîma Baas’ê re deriyên zindanên Sûriyê ku bi hezaran Sûrî bê sûc tê de dihatin ragirtin, hatin vekirin. yek ji zindanên herî metirsîdar li Sûriyê Zindana Seyîdnayayê bû.
Ebû Zêd Remedan ê ji Qamişloyê dema ku hewl dabû ji leşkeriya rêjîmê bireve, hate girtin û 7 salan di Zindana Seyîdnayayê de hate ragirtin. ew jî weke bi hezaran girtiyên din bi têkûçna rêjîmê re hate berdan.
Ebû Zêd Remedan ji Rojava TV re got: ji ber Kurdbûna xwe ji leşkeriyê heta girtinê zilmeke mezin dît.
Her wiha xaltîka Ebû Zêd, Emîna Sebrî jî hêvî kir ku hemû gelê Sûriyê bi serbestberdana girtiyên xwe kêfxweş bibin.
Ebû Zêd Remedan 7 sal in di Zindana Seyîdnayayê de tava rojê nedidît û ji ber hovîtiya êşkenceya ku rêjîm lê dikir laşê wî tev birîn bûye, her wiha zimanê xwe yê dayîkê jî heta astekê ji bîr kiriye.
Tevî kêfxweşiya gelê Sûriyê bi têkçûna Rêjîma Baisê re lê hê jî heta niha gelek malbatên Sûriyê li hêviya naskirina agahiyekê li ser girtiyên xwe ne.
