Bi sedan xelkên li kantona Şehbayê cenazeyê Şervanê HREʹyê şehîd Kemal Pîr û şehîd Xalid Mihemed bi merasîmekê oxir kirin. Her wiha ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Amed Efrîn jî merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.
Di merasîma osxirkirinê de, bi sedan koçberên Efrînê, şêniyên Şehba,Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Oldaran, beşdar bûn.
Cenazeya şervanê HRE’yê Kemal Pîr û cenazeya welatiyê bi navê Xalid Mihemed li Goristana Şehîd Zazan Amanos hatin oxirkirin.
Her wiha ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Amed Efrîn jî merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.
Di merasîmê de axaftiin hatin kirin û hat gotin ku, Ew ê rêya şehîdên xwe bişopînin û di xeta berxwedanê de bi israr bin.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin.
