BI SEDAN WELATIYÊN AMÛDÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêber Abdulah Ocelan daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocelan kirin..

Meş ji qada jina Azad destpêkir û bi dirûşmeyên bê serok jiyan nabe ketin rê, li naverasta navçeya Amûdê meş veguherî mîtîngê..

Di mêtîngê de li ser navê Insiyatîfa gel Rêvebira dibistanên Amûdê Hena Xalid daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî û rêxistina CPT hate kirin ku bi erka xwe rabin û di zûtirîn dem de parêzer serdana rêber Ocelan bikin.

Mîtîng bi dirûşmeyên ku azadiyê ji bo Ocelan dixwazin bi dawî bû..

Welatiyên di meşê de tekez kirin ku wê vîna wan neşkê û her dem li ser fikir û ramên Ocalan nifşan biafrînin.

Share This Article