Li bajarê Kobanê bi hezaran kes daketin qadan û daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin.
Bi pêşengiya malbatên dîlgirtiyan bi hezaran kes bi daxwza serbestberdana dîlgirtiyên li cem hêzên hikumeta demkî meşek girseyî li dar xist.
Girse ji qada Jina Azad heya qada Aştî meşiyan.
Di meşê de bê navber dirûşma `Em dîlgirtiyên xwe dixwazin` hatin berzkirin û her malbatekê jî wêneyên zarokên xwe hildan jor.
Di mîtîngê de piştî deqeye rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Mihemed Bozî axivî û got, Li gorî peymanê divê dîlgirtiyên me desmildest bên berdan. Em jî bi rêveberiya xwe bawer in û ew bi şev û rojê ji bo dosyeya şervanên me yên dîlgirtî tê dikoşe.
Piştî axaftinan, malbatan bê navber dirûşmeyên weke `Şehîd Namirin` û `Em dîlgirtiyên xwe dixwazin` berz kirin.
