BI HEZARAN ŞÊNIYÊN LI ŞEHBAYÊ BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA RÛSYAYÊ DAN

Rojava Tv
1 Min Read

bi hezaran koçberên Efrînî û niştecihên Şehbayê ji bo şermezarkirina bêdnegiya Rûsyayê ya li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li xaçrêya gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafînê kom bûn û meşeke girseyî lidarxistin.

koçberên Efrînî diyar kirin ku, êrîşên dewleta tirk li pêşiya berxwedaniya wan nabe bend.

Doh balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, erebeyeke Yekîneyên Parastina Gel YPG li navçeya Ehdas ya Şehbayê bombebaran kir.

Di encamê de 3 şervanên YPG şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.

îro bi hezaran koçberên Efrînî û niştecihên Şehbayê ji bo şermezarkirina bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk, li çerxerêya gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafînê kom bûn û meşeke girseyî lidarxistin.

Şênî ber bi Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ve meşiyan û dirûşmeyên şermezarkirina êrîşan û bêdengiya Rûsyayê berz kirin.

li ber Navenda Lihevanîna ya Rûsyayê, şandeyek ji Encumena Kantonên Efrîn û Şehbayê nameyek radstî rêveberiya navendê kir

di nameyê de Siyaseta Rûsyayê ya li dijî xelkê herêmê hat rexnekirin.

Beriya niha jî dewleta Tirk a dagirker gelek caran kantona Şehbayê ku zêdetirî 150 hezar kes lê dijîn topbaran kiriye, lê ev cara yekemîne ku bi awayekî rasterast erebeyan bombebaran dike.

Share This Article