Bi hezaran jinên ji kantona Cizîrê bi çalakiyên cûda li Qamişlo û Hesekê ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî xwest.
Beşdarên çalakiyan diyar kirin ku Eger gelên Rojhilata Navîn bixwazin azad bijîn, divê xwedî li banga Rêber Apo derkevin.
Kongra Star a bajarê Qamişlo di bin dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilîta çareserî û pêkanîna aştiyê ye” mitîngek organîze kir.
Bi hezaran jinên ji Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Girgê Legê, Amûdê û Rimêlanê li Stadyûma Heysem Kico ya Qamişloyê beşdarî mîtîngê bûn.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Kongra Star, jinên Suryan û PYD’ê ve hat kirin.
Axêveran diyar kirin ku Eger gelên Rojhilata Navîn bixwazin azad bijîn, divê xwedî li banga Rêber Apo derkevin.
Her wiha jinan bang li saziyên navnetewî kirin ku divê xwedî li biryarên xwe yên ji bo mafê hêviyê derkevin û rêber Apo azad bikin.
Mîtîng bi pêşkêşkirina Navenda Hîlala Zêrîn a Qamişloyê ji berhemên xwe re û gerandina govendê ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.
li bajarê Hesekê jî Kongira Star ji bo daxwaza azadiya fîzîkî û mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan, daketin qadan.
Bi hezaran şêniyên ji bajarên Hesekê, Holê, Til Temir û Til Brakê, her wiha endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û tevgerên jinan, tev li xwepêşandanê bûn.
Meş ji Çerxerêya Sînalko ya bajêr dest pê kir û li Parka Rêber a li taxa El Nasira veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê endam û rêveberên Kongra Star ve hate kirin.
Axêveran tekez kirin ku Ew ê felsefeya rêber Apo ya Aştî û civaka demokratîk bikin rêbazek jiyanê ji bo xwe û wê di jiyana xwe de bicîh bînin.
Xwepêşandan bi dirûşmên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.
