BI HEZARAN GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SURIYÊ BERÊ XWE BIDIN BENDAVA TIŞRÎNÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Suriyê bangewaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersivandin û berê xwe dan bendava Tişrînê ji bo ku çalakiyeke protestoyî li dar bixin.

ji bo parastina axa xwe û metirsiyên rûxandina Bendava Tişrînê, îro bi awayekî girseyî berê xwe bidin Bendava Tişrînê.

Komîteya amadekar ên çalakiyan ragihandin ku îro ji gelek bajarên herêmê bi hezaran kes berê xwe bidin Bendava Tişrînê ku ev mehek e li wê derê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî tê meşandin.

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan wê li bendavê careke din piştrast bikin ku heta dawiyê ew ê axa xwe biparêzin û li kêleka şervanan bin.

biryarê ku di çend kêliyên pêş de girseya gel bigihêje bendava Tişrînê..

Share This Article