Bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanî, Yekîtiya Werzîşê ya bajarê Qamişlo matçek Baskêtbollê ya jinan di navbera rêveberiya dibistanên Qamişlo û Yaneya Asayîş de li dar xist.
Bi dehan ji Rêveberên Dibistanên Qamişlo, xwendekar û lîstikvanên yaneyê li Hola Baskêtboolê ya li Qamişlo tevlî matçê bûn.
Matç di navbera Rêveberiya dibistanên Qamişlo û Yaneya Asayîş hat li dar xistin.
Di encamê matçê de jî, Tîma Asayîşê bi 51 – 35 pileyî zora tîma rêveberiya dibistanên Qamişlo bir.
Matç bi xelatkirina tîma serkeftî bi dawî bû.
