BI BONEYA ROJA CÎHANÎ A NEXWEŞIYA ŞEKIR LI REQAYÊ ŞAHIYEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Tîma Zarokên Nexweşên Şekir, bi hevkariya rêxistineke mirovî û di bin çavdêriya Yekîtiya Dermansazan a kantona Reqayê de, bi boneya roja nexweşiya Şekir a cîhanî, ji bo zarokên bi nexweşiya şekir şahiyê li dar xist.

Di şahiyê de,endam û rêveberên tîmê, zarok û malbatên wan û nûnerên rêxistinên civaka demokratîk ên kantona Reqayê û Yekîtiya Dermansazan amade bûn.

Di nava şahiyê de çalakiyên hunerî, performansên dîlanan û xwendina helbestan hatin lidarxistin.

Di dawiya şahiyê de, zarokên bi nexweşiya şekir bi diyariyên sembolîk hatin xelatkirin da ku moralê wan bilind bibe.

Share This Article