BI BONEYA 1’Ê MIJDARÊ KOMA ŞEHÎD YEKTA ŞANOYEK PÊŞKÊŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya 1’ê mijdarê roja cîhanî ya piştgiriya berxwedana kobanê, Koma şehîd Yekta şanoyek bi navê ‎‎”Kurdistan” li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêşkêş kir.‎
Şano bi boneya salvegera 10’emîn a 1’ê Mijdarê hat pêşkêşkirin û tê de bi dehan şênî, welatparêz, ‎endamên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.‎
Di serî de hevserokê Tevgera Çand û Hunerê ya Kobanê Osman Kobanê bixêrhatina beşdaran kir û ev ‎roj li wan pîroz kir.‎
Piştre koma şehîd Yekta şanoya xwe ya bi navê kurdistan pêşkêş kir.‎

Share This Article