Beşek ji alîkariyên mirovî ku ji Kanala 8 gihîştibûn Rojava, îro sibehê gihêştin bajarê Hesekê da ku li ser koçberên li wir werin belavkirin.
Li gorî agahiyan, duh karwanek ku ji 50 kamyonan pêk dihat derbasî Qamişloyê bû û Heyva Sor a Kurd ew wergirtin.
Vê sibehê, Heyva Sor a Kurd 15 kamyon ji wan alîkariyan ber bi bajarê Hesekê ve şandin, da ku li ser koçberên li wir bi cih dibin belav bike.
Alîkariyên nû ji Başûrê Kurdistanê ku bi sponseriya Kanala 8 a Kurdî gihîştine Rojavayê Kurdistanê, ji xurek, derman û alîkariyên tenduristî pêk tê.
