Derbarê roja êrîşa li dijî Kobanê, Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Firatê Bekir Ceredê ji Rojava TV re axivî û helwesta xwe anî ziman
Bekir Ceredê got: berxwedan û serkeftina Kobanê hesabên hemû cîhanê û di serî de Tirkiyeyê tevlihev kir.
Beriya 10 salan di vê rojê de bajarê Kobanê rastî êrîşên herî dijwar ên çeteyên DAIŞ’ê hat, ku di dawiyê de rûpeleke nû li dîroka berxwedanê zêde bû.
Pirseke berdewam heye ku heta roja îro tê bîra mirov, çima bi taybetî Kobanê û çima ev bajarê biçûk bi berxwedana xwe ket dîrokê?
Ji bo bersiva van pirsan, Rojava TV bi hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Firatê Bekir Ceradê re, hevpeyvîn kir.
Bekir Ceradê diyar kir ku berxwedana Kobanê cîhan bi tevahî ji terorê xilas kir û hêşt ku ewlehiyek li deverê belav bibe.
Dixwestin bi êrîşa xwe, îradeya hemû Kurdan bişkênin, lê berxwedan û serkeftina ku piştî wê pêk hat, hesabên hemû cîhanê û di serî de Tirkiyeyê tevlihev kir.
Di dawiyê de: Kobanî bi ser ket û komploger têk çûn.
