BELAVKIRINA KARTÊN XWENDEKARÊN SERBEST ÊN RÊVEBERIYA XWESER DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Saziya ezmûnan a Rêveberiya Xweser li Qamişlo dest bi belavkirina kartên xwendekarên serbest ên ku ji bo bawernameyên amadehî û navîn serlêdan kiribûn kir.
Li gorî komîteya perwerdeyê ya Desteya Perwerde û fêrkirinê ya kantona Cizîrê kart li navendên bajarê Qamişlo û Hesekê tên belavkirin.
Her wih di roja 14 û 15’ê Hizêranê de ezmûn tên li darxistin.
Heta niha hejmara xwendekarên serbest ên ku ji bo ezmûnên amadehî û navîn serlêdan kirine, gihaştiye 996 xwendekaran.

Share This Article