110 xwendekaran ku korsa asta yekemîn a zaravayê kurmancî bi dawî kir, îro bi şahiyekê li bajarê Qamişlo bawernameyên xwe wergirtin.
Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Navenda Çîbicîkar a Perwerdeyê ve hat lidarxistin.
Di şahiyê de endam û rêveberên SZK’ê, xwendekar û malbatên wan, hejmarek rewşenbîr û kesên bi ziman eleqedar dibin bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê SZK’ê û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ve hate kirin.
Axêveran xwendekar pîroz kirin û anîn ziman ku ew bi derçûna wan serbilind in.
Piştî axaftinan li ser zimanê kurdî pêşbirkek hat lidarxistin.
Paşê bawername li xwendekaran hatin belavkirin.
Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.
