ARJAN Û GIRÛPA XWE YA ŞANO BI RIYA KILAMAN KÊFXWEŞIYÊ LI SER RÛYÊ XELKÊ ÇÊDIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

4 ciwanên ji bajarê Qamişlo bi riya kilamên pêkenok ken û kefxweşiyê li ser rûyê xelkê çêdikin.

Ev tîmê piştrast dike ku huner dikare astengiyan hilweşîne û nirxên jiyana hevbeş û tevlêbûnê pêş bixe.

Li rojavayê kurdistanê kilamên li ser devê her kesî ne Ji kêliyên ku dijîn û ji hurguliyan çîrokan diafrînin.

Ev Arjan û girupa xwe ya pêkenokin ku kêfxweşiyê di riya şano bi zimanê Kurdî li ser ruyê her zarok û mezenekî dinexişîn in.

Girûpa van ciwanan ji 4 kesan pêk tê bi navê Arjan- Hefîzka- Aras û Misto tên nasîn, Her Tim li gel hevin û wekî malbatekê bî hev re kar dikin.

Her kesayetek ji wan taybetmendiyek xwe cuda heye Naveroka şanoya wan ji pirsgirêk û kevneşopiyên civakê pêk tê.

Şanoger Arjan Mihemed ji Rojava Tv re diyar kir ku nameya wan ji pêşkêşkirina şano de belavkirin û xwedî derketina zimanê kurdî ye.

Ji aliyê civakê ve astengiyan di rola jinê di şanoyê de dibênin lê hevsengiya rola wê di her lîstkoka şanoyê de wekî bav- dê- xwişk-bira u hezkiriyê dilêzin.

Şopdariya bavê teyar arjan û girûpa xwe berdewam dikin û sozdidin ku zimanê kurdî bi riya şano li cîhanê belav bikin

Mistefa osman , xortekî ji nexweşê dawine û yek ji endamên herî berbiçav, û bibandor ku wekî hêmanek girîng a tîmê û kevirê bingehîn ên tîmê ye.

Ev tîmê piştrast dike ku huner dikare astengiyan hilweşîne û nirxên jiyana hevbeş û tevlêbûnê pêş bixe, û ku afirînerî sînoran nas nake, li şûna wê bi hevkariyê, biryardarî û evînê geş dibe.

Share This Article