Duh bi boneya salvegera 14’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê li 5 bajarên Rojavayê Kurdistanê şahî hatin organîzekirin
Di pîrozbahiyan de peyamên parastina destkeftiyên şoreşê hatin dayîn û banga yekitiyê hat kirin.
Salvegera 14‘emîn a Şoreşa Rojava bi dirûşma “Bi rihê 19‘ê Tîrmehê em ê mafên gelê Kurd mîsoger bikin û Sûriyeyê demokratîk bikin” li bajarên Til Temir, Dêrik, Hesekê, Qamişlo û Rimêlanê hat pîrozkirin.
Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê salvegera şoreşê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê pîroz kir.
Di şahiyê de Piştî axaftinan hunermend Aycan Kobanê, Koma Şoreş û hunermend Yara Ehmed stran gotin. Beşdaran govend gerandin û dirûşme berz kirin.
Şêniyên bajarên Girkê Legê, Rimêlan û Çilaxayê jî salvegera Şoreşa Rojava bi şahiyekê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê pîroz kir.
Di şahiyê de hunermend Waîl Çaçû, Koma Elenya, Koma Serhildan û Koma Delîla ya ji bajarê Amûdê stran gotin.
Li Parka Şehîd Dîcle ya bajarê Dêrikê jî şahiya salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin nûnera (KNK)- Rojava Fatima Elî Lekto axivî. Fatima salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê pîroz kir û banga parastina destkeftiyên şoreşê kir.
Piştre Koma Cûdî û Koma Jinan a Ji Amûdê stran pêşkêş kirin. Girese li ber stranan govend gerandin.
Bi beşdariya girseyek mezin a şêniyan û şervanên YPJ û YPG‘ê şahiyek li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê jî hat lidarxistin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Desteya Hevserokatiya PYD‘ê Foza Yûsif salvegera şoreşê pîroz kir û bi bîr xist ku şoreş bi armanca mîsogerkirina mafên gelê Kurd û jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyên herêmê ji bajarê Kobanê dest pê kir.
Piştî axaftina Foza Yûsif, hunermend Comerd, Deniz Deman û Koma Stêra Zêrîn stran pêşkêş kirin. Koma Şehîdên Qereçoxê jî hunerên xwe yên foklorîk nîşan da.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê li Parka 4‘ê Nîsanê pîroz kir.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî.
Îlham Ehmed diyar kir ku merheleya bê tesbîtkkirina mafên hemû pêkhateyan di serî de gelê Kurd di destûreke adilane de hewce dike.
Piştî axaftinan Koma Gerastêrk, Koma Tolhildan, hunermend Geşbîn û Hoza Comerd stran gotin. Girse li ber stranan govend gerandin.
Di navbera her bajarekî de çend sanî dengê zindî bihêlin
