Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINÊN MIROVÎ DAXWAZA RAWESTANDINA KIRYARÊN DEWLETA TIRK KIRIN

Komeleya mafên mirovan a Herêma Cizîrê ragihand ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî sûcên dermirovî pêk tîne.

Koçberên Girê Spî jî gotin ku ew ê li axa bav û kalên xwe vegerin û siyasetên guhertina demografya herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li derdora cîhanê, 3’emîn salvegera dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê tê şermezarkirin û bangên hilweşandina dagirkeriya Tirkiyê, mezintir dibin.

Têkildarî mijarê komeleya mafên mirovan a Herêma Cizîrê, daxuyaniyek li pêş avahiya neteweyên yekbûyî li bajarê Qamişlo da.

Komeleyê got ku dagirkeriya dewleta Tirk li dijî tevahî prensîp û zagonên navdewletî ye û piştrast kir ku Tirkiya li herêmên dagirkirî sûcên dermirovî pêk tîne.

Têkildarî heman mijarê koçberên Girê Spî yên ku li kampan dimînin bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin.

Koçberan gotin ku ew ê bi yekîtî û yekrêziyê li hemberî kiryarên Erdogan rawestin û li axa xwe vegerin.

Her wiha koçberan siyaseta guhertina demografya herêmên dagirkirî jî bi tundî şermezar kirin.

koçberan bang li rêxistinên mirovî, neteweyên yekbûyî û civaka navdewletî kirin ku dawiyê li kiryarên Erdogan bînin.

Koçberan bi siloganên, Na ji dagirkeriyê re dawî li daxuyaniya xwe anîn.