3 SAL LI SER DAGIRKIRINA GIRÊ SPÎ Û SERÊ KANIYÊ RE DERBAS DIBIN
Berdevkê encumena leşkerî ya Girê Spî Wîsam El- Umer got ku dewleta Tirk welatiyên resen ên herêmên dagirkirî koçber dike û çeteyên hawirde li şûna wan bi cih dike.
Her wiha Wîsam dibêje ku dewleta Tirk pabendî rêkeftinên agirbestê nabe û Rûsya jî berpirsa binpêkirinan e, ji ber ku tu helwesteke cidî nîşan nade.
Roja 9’ê cotmehê sala 2019’an dewleta Tirk û çeteyên tundrew yên ser bi wê ve, bi dijwarî êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî kirin.
Piştî ku Hêzên Sûriyaya Demoqratîk berxwedaneke bêhempa bi navê berxwedana Rûmetê pêkêşkirin, Tirkiye û çeteyan wê bi zora balefiran her du herêm dagir kirin.
Têkildarî mijarê berdevkê encumena leşkerî ya Girê Spî Wîsam El- Umer ji Rojava Tv re axivî.
Her wiha Wîsam got dewleta Tirk pabendî rêkeftinên agirbestê nabe û bi dehan komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne.
Bi gotina Wîsam El- Umer Rûsiya bi erka xwe ya garantiyê ranbe û ew jî hêrsa Tirkiyê ya êrîşan zêdetir dike.
Di berxwedana Rûmetê ya Serê Kaniyê û Girê Spî de, bi sedan şervanên QSD’ê ji bo ku rê li pêş dagirkeriya Tirkiyê bigirin û gelê herêmê biparêzin berxwedaneke bêhempa meşandin û gelek ji wan şervanan şehîd bûn.