Kanala ROJAVA TV

Malbatên Şehîdan: Divê Derbarê Hedefgirtina Ferhad Şiblî De Lêpirsîn Were Vekirin

Encumena Malbatên Şehîdan a Efrînê û Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê  li ser hedefgirtina têkoşer Ferhad Şiblî û rêhevalên wî daxuyaniyek ji raya giştî re da..

Encumena Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de wiha got:

Em daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku lêpirsîneke bê alî û zelal derbarê hedefgirtina têkoşer Ferhad Şiblî û hevalên wî de veke, ji ber ku Pêkanîna van kiryarên terorîstî di kûrahiya herêma Başûrê Kurdistanê de “derî ji şîroveyên cuda re vedike”..

Em weke Encumena Malbatên Şehîdan daxwaz ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku li hember vê kiryara terorîstî helwesta xwe zelal bikin..

Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi zextê li dewleta Tirk re rola xwe bi cih bîne da ku van kiryarên ku aramiya herêmê têk dibe û serweriya welatên serbixwe binpê dike, bigire.

Di dawiyê de, sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Şiblî re hat xwestin.