Kanala ROJAVA TV

Msd Bi Jinên Minbicê Re Gefên Dewleta Tirk Û Bandora Wê Li Ser Aloziya Sûriyê Nîqaş Kir

Encumena  Sûriya Demokratîk (MSD) îro bi jinên siyasetmedar û rewşenbîr ên bajarê Minbic û gundewarên wê re civiya.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, piştre MSD`ê di civînê de behsa gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser û bandora wan li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê kir.

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker mijûlbûna cîhanê ya bi şerê Rûsya-Ukraynayê re bi kar tîne da ku xaka Sûriyê dagir bike û planên xwe yên mêtînger pêk bîne.

Emîne Omer da zanîn ku li hember van êrişan dê QSD li ber xwe bide.