Kanala ROJAVA TV

Encumena Kantona Girê Spî Êrîşên Dewleta Tirk Ên Li Dijî Herêmê Red Kir

Encumena kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê Êrîşên dewleta tirk ên li dijî  herêmê bi taybet li dijî gundên nêzî eniyên şer red kir. Her wiha bang li civaka navnetewî kir ku vegerke ewle ji koçberan re misoger bikin.

Li hember gef û êrîşên dewleta tirk ên li dijî xelkên herêmê, bertek zêde dibin. Îro Encumena kantona Girê Spî li qada Encumenê ya li navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da û tê de êrîş û siyasetên dewleta tirk şermezar kir.

Encumenê di daxuyaniyê diyar kir ku Armanca dewleta tirk dagirkerina herêmê ye û got: Eger êrîşek nû pêk were wê bi xwe re pêleke mezin a koçberiyê li herêmê çêbike.

Encumenê li dijî êrîşên dagirkeriyê banga yekitiyê û sekna li kêleka QSD’ê kir û bang li civaka navnetewî hate kirin ku dewleta tirk ji herêmên dagikirî derxîne da ku koçber vegerin warê xwe.‎