Kanala ROJAVA TV

Yekîtiya Rewşenbîr Û Mamosteyan Gef Û Êrîşên Tirkiyê Şermezar Kirin

Yekîtiya Rewşenbîr û mamosteyan ya Minbicê bi daxuyaniyekê Gef û Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê şermezar kirin..

Daxuyanî bi beşdariya Endamên Yekîtiya Mamosteyan û yekîtiya Rewşenbîran hate xwendin..

Di daxuyaniyê Destdirêjî û gefên Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê, Siyasetên tirkiyê yên mîtîngeriyê hatin şermezarkirin..

Her wiha hate gotin, weê her tim li kêleka Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD ê bin, yên ku gel diparêzin û aramiya Herêmê pêk tînin..

Di daxuyaniyê de îşaret bi gefên nû yên dagirkeriya Tirk hate kirini û hate gotin: “Em van gefan ku armanc jê têkbirina ewlehiyê, talankirina erdê û xêr û bêrên gelê me ye, red dikin. Heta dilopa dawîn a xwîna xwe em ê li dijî vî dijminî li ber xwe bidin.