Kanala ROJAVA TV

Şêniyên Bajaroka Cirin Êrîşên Dagirkeriyê Şermezar Kirin

Şêniyên bajaroka Cirin a ser bi kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdan bikin..

Di daxuyaniya şêniyên bajaroka Cirin a ser bi navçeya Eyn Îsayê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê hat şermezarkirin..

Şêniyan diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker tirsandina şêniyên herêmê ye û ji ber topbaran doh li ser gundên Eyn Îsayê jinek û keça wê birîndar bûn..

Her weha ziyanên madî digihêjin mal û milkên sivîlan, şêniyan diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker hewil dide zeviyên çandiniyê yên herêmê bişewitîne.

Di dawiya daxuyaniyê de şêniyên bajaroka Cirin teqez kirin ku ew ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û daxwaz ji Civaka navdewletî kirin ku destwerdan bike.