Kanala ROJAVA TV

Partiya Sûriya Pêşeroj Ya Efrîn Û Şehba: Gefên Dewleta Tirk Herêmê Dixe Metirsiyê

Partiya Sûriya Pêşeroj a Efrîn û Şehbayê gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi taybet Şehbayê şermezarkirin û bang li gelê herêmê kirin ku li dijî êrîşên yek dest bin.

Daxuyanî li hola navçeya Ehrezê ya Şehbayê bi beşdariya Endamên Encumena Sûriya Pêşeroj, nûnerên partiyên siyasî hate xwendin .

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Êrîş û siyasetên dewleta tirk a dagirker herêmê dike metirsiyê û ji bo zindîkirina komên çeteyan dibe derfet.

Encumena Sûriya Pêşeroj a Efrîn û Şehbayê bang li her kesî di serî li cîhana demokrat kir ku li hember siyasetên dewleta tirk bisekinin û rê nedin ku gefan li herêmê bixwe.