MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A TEBQAYÊ KONFERANSA XWE YA 4’EMÎN LI DAR XIST
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê konferansa xwe ya 4’emîn li dar xist û tekezî li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir.
Konfernas di bin dirûşmeya “Bi pêşengiya malbatên şehîdan ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber APO û parastina destkeftiyên şoreşê em ê têkoşîna şoreşgerî mezin bikin”, hat lidarxistin.
Malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jin, partiyên siyasî û hêzên leşkerî beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de axaftin hatin kirin û konfernas li Rêber APO hate pîrozkirin.
Her wiha rewşa rêxistinî hate nîqaşkirin û raporên xebatê hatin xwendin.
Di konferansê de tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.