Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ PIRTÛKA ”SÎNARYOHAT EL- CESED” HAT ÎMZEKIRIN

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiya îmzekirina pirtûka “Senaryoyên Bedenê” ya nivîskar û romannivîs Îbrahîm El-Xelîl li dar xist.

Şahî li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê hate lidarxistin û tê de hevserokatiya Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Desteyê û hejmarek rewşenbîrên bajarê Reqayê, amade bûn.

Şahî bi axaftina bixêrhatinê ji aliyê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweser ve dest pê kir û tê de spasiyên xwe pêşkêşî nivîskar, helbestvan û hemû kesên ku bi çandê re eleqedar in, kir.

Di dema îmzekirinê de, beşdaran li ser naveroka pirtûkê û tiştên ku tê de hene, bi nivîskar re gotûbêj kirin.

Şahî bi îmzekirina nivîskar û belavkirina çend nusxeyan li amadevanan bi dawî bû.