Kanala ROJAVA TV

DESTEYA PERWERDEYÊ YA MINBICÊ BANGA RAKIRINA TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO KIR

Desteya Perwerde ê Fêrkirinê ya kantona Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk hê jî di girtîgehan de binpêkirinan dike, hemû prensîbên mafên mirovan û peymanên navneteweyî binpê dike.

Her wiha bêdengiya CPT ya li dijî tawanên dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin û hate gotin ku CPT erk û berpirsyariyên xwe cî bi cî nake.

Di dawiyê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Minbicê banga rakirina tecrîda li dijî Rêber APO kir.