Kanala ROJAVA TV

PARÊZERÊN KANTONA CIZÎRÊ BIRYARÊN DOZA KOBANÊ ŞERMEZAR KIRIN

Meclisa Edaleta Civakî bi hemahengiya Yekîtiya Parêzerên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina biryara Tirkiyê ya derbarê girtiyên Doza Kobanê de, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, biryara desthilata AKP- MHP’ê biryareke siyasî ye û li dijî tevahî bend û prensîpên hiqûqê ye.

Her wiha diyar kirin ku, biryarên weha dibin sedema belavkirina kînê di navbera gelan de.

Di beşekî din de hate aşkerekirin, her kesê ku piştevaniya Doza Rûmetê ya Kobanê kir, nûnerên aştî û rûmetê ne û divê desthilata faşîst were darizandin.

Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzerên kantona Cizîrê di dawiyê de bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan kirin ku destwerdanê bikin û nebin hevkarên qirkirina gelê Kurd.