WEQFA JINA AZAD BI MERASÎMEKÊ LI HELEBÊ NAVENDEKE XWE VEKIR
Weqfa Jina Azad bi rêûresmeke taybet, navendeke xwe Li bajarê Helebê vekir.
Di rêûresma vekirinê de, nûnerên rêxistinên jin, şêniyên herêmê û saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Di rêûresmê de axaftin hatin kirin û vekirina şaxê Weqfa Jina Azad li tevahî jinan hate pîrozkirin.
Her wiha hate gotin, dê ev navend di xurtkirina rola jinan ya di nava civakê de bibe gaveke bingehîn.
Weqfa Jina Azad dê perwerdeyên zimanan, dûrûtin, ciwankarî, tenduristiyê û çendîn beşên din pêşkêşî jinan bike.