Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER TECRÎDA GIRANKIRÎ YA LI DIJÎ RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Rêvebira PYD’ê ya kampa Berxwedan a koçberên Efrînî Qedriya Mistefa diyar kir ku, hêzên komploger di şexsê Rêbertî de wekhevî û azadiyê tecrîd dikin.
Her wiha Endama Koordînasyona Kongra Star a Kampa Berxwedanê Henîfa Reşîd jî tekez kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO timî li ber xwe bidin.

Dema ku navê greva Îmraliyê tê bihîstin, yekser dîmenên bêhempa yên berxwedan û têkoşînê tê bîra mirovan, lê li aliyekî din jî binpêkirina yasayên navneteweyî, êşkencekirin û hovîtiya Tirkiyê xwe dide der.

Rêber APO ku ji 15’ê sibata 1999’an ve bi komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin, ji adara sala 2021’ê ve ti agahî jê nayên wergirtin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê ku xwe bi raman û felsefeya Rêber APO perwerde kirine, ji bo azadiya Rêbertî berdewam di nava tevgerê de ne.

Rêvebira PYD’ê ya kampa Berxwedan a koçberên Efrînî Qedriya Mistefa diyar kir ku, hêzên komploger di şexsê Rêbertî de wekhevî û azadiyê tecrîd dikin.

Her wiha Endama Koordînasyona Kongra Star a Kampa Berxwedanê Henîfa Reşîd jî tekez kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO timî li ber xwe bidin.

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li her devera cîhanê çalakiyên girseyî û cihêreng tên lidarxistin.