LI KOBANÊ MERASÎMEKE GIRSEYÎ JI BO 4 CANGORIYÊN AZADIYÊ HAT LIDARXISTIN
Li bajarê Kobanê ji bo 4 cangoriyên azadiyê merasîmeke girseyî hate lidarxistin û tekezî li ser domandina rêk û doza şehîdan hate kirin.
Beşdarên merasîmê daxwaz ji partiyên Kurdî kirin ku demildest yekrêziya navmala Kurdî ava bikin.
LI KOBANÊ MERASÎMEKE GIRSEYÎ JI BO 4 CANGORIYÊN AZADIYÊ HAT LIDARXISTIN
Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Egîd Kobanê li goristana Şehîd Dijla oxir kirin. Her wiha gerîlayên HPG’ê yên şehîd Fîraz Arteş, Denîz Aras Kobanê û Zîn Zagros jî bi bîr anîn.
Di merasîmê de axaftin û gotar ji aliyê Kongra Star û Meclisa Leşkerî ya Kobanê ve hatin pêşkêşkirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin.Di merasîma her 4 cangoriyên azadiyê de daxwaza yekrêziya navmala Kurdî hate kirin û tekezî bi domandina rêk û doza şehîdan hate kirin.Şervanê QSD’ê Egîd Kobanê roja 14’ê Gulanê, her wiha her sê gerîlayên azadiya Kurdistanê Fîraz Arteş, Denîz Aras Kobanê û Zîn Zagros jî di sal û demên cuda de li herêmên parastinê yên medyayê guhaştin asta şehadetê.