Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ KOBANÊ PYD’Ê HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ LI DAR XIST

Piştî Kongra Star, PYD’ê jî hilbijartinên navxweyî li kobanê li dar xistin.
7 kesan xwe ji bo erka hevşaredariyê berbijêr kiribûn û kesê ku herî zêde dengan werbigire, dê weke namzetê hevşaredariyê were ragihandin.

Ev navenda dengdanê ya li bajarê Kobanê ye, dengdêr qefle bi qefle berê xwe didin ser sindoqên dengdanê û mohra xwe li binê navê namzetekî dixin.

Piştî ku Kongra Star hilbijartinên xwe yên navxweyî bi dawî kirin, îcarê PYD’ê jî bi heman awayî hilbijartin li dar xistin.

7 kesan xwe ji bo hevserokatiyê berbijêr kirine. Destpêkê berbijêran xwe dane nasîn û piştre proseya dengdanê dest pê kir.

Namzetên hevşaredariya Kobanê ji Rojava TV re behsa proje û planên xwe dikin.

Li bajarê Kobanê sindoqên dengdanê saet 3 hatin girtin û dest bi hejmartina dengan hate kirin. Biryar e encama giştî bi daxuyaniyekê were ragihandin.