JI BER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ COTKARÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ ZÛ DEST BI MÛSIMA ÇINÎNÊ KIRIN
bi hatina mûsimê çandiniyê li herêmê cotkarênkantona Efrîn û Şehbayê çinîna berhemên xwecihî ji ber metirsiya êrîşên dagirkeriyê zû destpêkirin.
Cotkarên Efrînî gotin ku îsal demsala çinînê baş e, lê dewleta Tirk a dagirker rê nade ku ew zeviyên xwe biçînin
Wekî her sal, li gund û bajarokên kantona Efrîn û Şehbayê mûsima çinîna berhemên xwecihî yên Ceh û genim dest pê kir.
lê îsal ji salên bûrî cudatir e. îsal li kantonê çinîna berheman zû destpêkir, sedem jî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne.
Kamera Rojava nêrîna cotkarên gundê Tel Şaîrê derbarê Misim û êrîşên dagirkeriyê yên ku nahêlin cotkar bi rehetî mûsimê xwe biçînin, girt.
Cotkarên Efrînî gotin ku îsal demsala çinînê baş e, lê dewleta Tirk a dagirker rê nade ku ew zeviyên xwe biçînin.
cotkaran dan xuyakirin ku Hin gund hene ew nikarin berhemên xwe lê biçînin, ji ber ku nêzîkî sînor in û rojane dibin şahidê bombebarana dagirkeriyê.
Çend sal bi berdewan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nahêlin ku cotkarên herêmê berhemên xwe bi rehetî biçînin, ji ber ku agir bera zaviyan didin û şerê welatiyan bi debara jiyana wan dikin.