JI BO BELAVKIRINA RAMANÊN RÊBER APO PÊŞANGEHEK LI QAMIŞLO HAT LIDARXISTIN
Tevgera Ciwanên şoreşger û jinên ciwanê yên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêberê Abdullah Ocalan li parka giştî ya li naverasta bajarê Qamişlo li dar xistin.
Bi dehan jin û ciwan beşdarî pêşangehê bûn.
armanca pêşangehê jî nîşandana Têkoşîna 50 salî ya Rêber Abdullah Ocalan û ronîkirina raman û felsefeya rêber Apo ye.
Ciwanan diyar kirin ku ev pêşangeh ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nava civakê de tê li darxistin.