Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ BI RÊ VE ÇÛN

li Kantona Efrîn û Şehbayê, gel bi girseyeke mezin berê xwe dan sindoqan û mafê xwe yê dengdayinê ji bo hilbijartinên navxweyî yên Kongra Star û PYD’ê bi kar anîn.
Koçberên Efrînê diyar dikin ku ti kes nikare îradeya wan têk bibe.

Piştî bidawîbûna hılbijartınên navxweyî yên Kongra Star li kantona Efrîn û Şehbayê, vê carê PYD’ê û Kongra Star bi hev du re hilbijartinên navxweyî li dar xistin.

Lı navçeya Ehrezê ji demjimêrên sibehê ve gel bi coşeke mezin berê xwe dan navendên dengdanê û dengê xwe bi awayekî demokratîk bi kar anîn.

Li navçeya Til Rifetê jî, coşa gel bi heman hest û moralê bû.

Bi sedan kes ji bo dengê xwe bidin namzetan ber bi Dibistana Şehîd Şaha ve herikîn, da ku ji dagirkeran re bibêjin ruxmî hemû êrîşan em ê li hebûna xwe xwedî derkevin.nêzî tel refet bi çend kîlomitreyan gundê zaretê ya girêdayî navçeya şera heye, li wir jî gel peyama xwe ya hilbijartinê dan û erka dengdayînê pêk anîn.

Li her deverê gel teqezîyê bi domandina xebatê ji bo biserxistina hilbijartinan û rêveçûna wan bi awayekî demokratîk û wekhev dike.

Weke ku meclisa gelan daye xuyakirin, dê di 30 gulanê de hilbijartinên giştî werin lidarxistin û êdî herêm derbasî qonaxeke nû bibe.