Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê LI TERBESPIYÊ Û BAJAROKÊN WÊ NAMZETÊN XWE EŞKERE KIR

Li bajarê Terbespiyê û 4 bajarokên wê Partiya Yeketiya Demokratîk PYD’ê hilbijartnên pêşwext lidarxistin û namzetên xwe bi awayekî dermokratîk diyar kirin.
hilbijartin ji demjmêrên sibehê ve û heta danê êvarê bi rêve çûn.
pêl bi pêl bi dehan ji jin û mêr ên ji sazî û dezgehên rêvebriya xweser, partî û rêxistinên jinan berê xwe dan sendoqan û dengê xwe dan.
di 17 nîsana 2024an de Kongra Star û PYD’ê bi tifaqekê ragihandin ku ewê tevlî hilbijartên giştî ku biryar e di 30 gulanê de were çêkirin,bibin .