Kanala ROJAVA TV

NEXWEŞXANEYA DIL Û ÇAV NEŞTERKARIYA PDA JI ZAROKEK 5 SALÎ RE ÇÊKIRIYE

Li vê odeyê rojane di navbera 5 heta 10 nexweşan de tên dermankirin û neşterkariya pêwîst ji bo wan tê çêkirin.
Ev odeya neşterkariyan a nexweşxaneya dil û çave ku sala 2019’an hate vekirin û rê ji nexweşan re kurt kir, ku beriya wê ji bo neşterkariyan berê xwe didan şam an jî başûrê kurdistanê.
Tevî ku nirxê dermankirinê li vê nexweşxaneyê 60% kême lê dîsa jî ji kesên hejar re bê beranber kardike.
Roja şemiyê an ku 27’ê vê mehê desteya tendurisî bi hevkariya nexweşxaneya dil û çav neşterkariyeke dil bê beranber, ji zarokeke 5 salî ya bi navê Islam El Turk re çêkirin û rêveberê nexweşxaneyê dibêje ev neşterkariya 2’emîn e ku ew vê salê bê beramber ji zarokan re çêdikin.
Neşterkariya yekem di 25’ê sibatê de ji zarokeke yek salî ji şehba çêkiribûn ya duyem jî ya Islam e.

Pisporê Neşterkariyên Dil behsa rêveçûna neşterkariya Islam û metirsya wê dike û dibêje nexweşiya Islam zikmakî bû.

Bapîrê Islama 5 salî ku tenê hêviya wî dermankirina keça wî bû, bi serkeftina neşterkariyê û alîkariya desteya tenduristî ûnexweşxaneyê pir kêfxweşe.

Ji destpêka vê salê ve li nexweşxaneya dil û çav taybet di beşê dil de 303 neşterkarî hatine çêkirin, ji wan 28 neşterkariyên dil ku tê binavkirin dilê vekirî û 275 qestera an ku CABG û şebeke an ku STENT.