Kanala ROJAVA TV

LI DÊRAZORÊ KOMÎSERIYA BILIND A HILBIJARTINAN HAT SAZKIRIN

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê komîteya Komîseriya Bilind a HIlbijartinan ava kir ku ji 8 endaman pêk tê.
Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê civîna xwe ya asayî li dar xist. Endamên meclisê, nûnerên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tev li civînê bûn.
Di civînê de meclisê komîteya Komîseriya Bilind a Hilbijaritnan a kantona Dêrazorê ava kir û li gorî qanûna komîseriyê, ji bo wê 8 endam erkdar kir.
Di dawiya civînê de endaman sond xwarin û dest bi erka xwe kirin.