Kanala ROJAVA TV

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN KONFERANSA XWE YA 4’EMÎN LI DAR XIST

Hêzên Ewlekariya Hundirîn konferansa xwe ya 4’emîn li bajarê Hesekê li dar xist û tekezî li ser parastina ewlehiya herêmê kir.
Di konferansê de axaftin hatin kirin û rola hêzên ewlekariyê ya di parastina aramî û ewlehiya herêmê de erênî hate nirxandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi amadebûna fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî konferansa xwe ya 4’emîn li bajarê Hesekê li dar xist.

Delegeyên ji Fermandariya Giştî ya QSD’ê, PYD, endam û rêveberên hêzên ewlekariya hundirîn, malbatên şehîdan, rêxistinên jin û Rêveberiya Xweser di konferansê de amade bûn.

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hisên Osman, Rêvebira Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman û berdevka Kongra Star Remziye Mihemed axivîn û behsa rola hêzên ewlekariyê ya di parastina aramiya herêmê de kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn raporên xwe yên du salên xebatê xwendin û astengiyên ku pê re rû bi rû dimîne, nîqaş kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn plansaziya xwe ya ji bo dema pêş jî danîn. Li gorî plansaziyê dê bi rêya perwerdeyên bîrdozî, qanûnî û pisporiyê asta endaman were pêşxistin û hejmara endamên Hêzên Taybet jî were zêdekirin.