Kanala ROJAVA TV

PROSEYA DENGDANÊ LI ŞEHABAYÊ DEST PÊ KIR

Proseya dengdana navxweyî ya Kongra Star a Efrîn û Şehbayê ji bo hilbijartinên şaredariyan, li kampa Berxwedan bi rêve diçe .

Proseya dengdanê ji demjimêr 8 sibehê ve dest pê kiriye û dê heta êvarê didome.

Piştre dê sindoq werin vekirin û berbijêra ku herî zêde deng wergirtiye dê weke namzet were destnîşankirin.

Jin bi çoş û heyacaneke mezin berê xwe didin cihê dengdanê û dengê xwe bi kar tînin .