Kanala ROJAVA TV

PROSEYA DENGDANA NAVXWEYÎ YA KONGRA STAR LI TIRBESPIYÊ BER BI DAWÎBÛNÊ VE DIÇE

Proseya dengdana navxweyî ya Kongra Star a navçeya Tirbespîyê ji bo hilbijartinên şaredariyan ber bi dawîbûnê ve diçe.
Ji demjimêr 8 sibehê ve jinan berê xwe didin 5 navendên dengdanê û dengê xwe ji bo 3 berbijêran bi kar tînin.
Biryar e demjimêr 5 proseya dengdanê bi dawî bibe û piştre namzeta serketî were aşkerekirin
Jin bi coş û heyaceneke mezin berê xwe didin navendan û dengê xwe bi kar tînin.

Roja 17 nîsanê Kongra Star û PYD tifaqeke hevbeş saz kirin û ji bo destnîşankirina namzetên hev şaredariyê hilbijartinên navxweyî li dar dixe.